NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama pêşveçûnên artêşa Sûriyê li Helebê

Artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê, navçeya Şêx Seîd a li başûrê rojhilata Helebê li bakûrê vî welatî ji terorîstan paqij kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a SANA`yê, artêşa Sûriyê bi piştevaniya hêzên Berxwedanê, li operasyonekê, êriş birin ser pêgehên terorîstan li navçeya dorpêçbûyî ya Şêx Seîdê û hejmarek terorîst kuştin. Bi dehan kes ji wan jî çekên xwe cî da hêlan û revîne taxên din ên ku di destê terorîstan in.

Operasyonên li çend rojên buhurî yên artêşa Sûriyê li navçeyên bakûrî û rojhilatî yên Helebê, zêdetir bûn lê ev operasyona ji başûrê rojhilata Helebê va cih hat û terorîst ecêbgirtî man.

Li gorî vê raporê, azadkirina navçeya Şêx Seîd, şikesta herî mezin a jibo kesên çekdar e ku ji sala 2012`an, bi piştgiriya Tirkiyê karîn ku li ser pişkên rojhilata Helebê, serdest  bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu