CîhanEwropaNûçe

Nûnera Amerîkayê ya Netewên Yekgirtî (NY) Nikki Haley îstîfa kir

Hat ragihandin ku Nûnera Amerîkayê ya Netewên Yekgirtî (NY) Nikki Haley îstîfa kir.

Hat aşkerakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ku daxwaza Nikki Haley ya dest ji kar kişandinê qebûl kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand ku ew ê li ser vê mijarê daxuyaniyên girîng bide.

Nikki Haley berî niha parêzgera South Carolinayê bû û Çileya 2017an weke Konsola Amerîka ya li Netewên Yekgirtî hatibû destnîşankirin.

Başa dön tuşu