CîhanEwropaNûçe

Nûnera Daîmî ya NYyê ya DYAyê Haley: “Bila Koreya Bakur bizanibe ku em naxwazin şer derxin

Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya DYAyê (NY) Nîkkî Haley got ku welatê wê naxwaze şer derxe û bangî Koreya Bakur kir û wiha got: “Ji bo vê zorê nedin me.”

Haleyê ji rojnamevanan re daxuyand ku ji ber ceribandinên Koreya Bakur rageşî zêde dibe û kêmbûna rageşiyê jî dîsa di destê vî welatî de ye.

Haleyê got ku wan hişyariyeke eşkere daye Koreya Bakur û wiha axivî: “Em dixwazin bibêjin ku bila Koreya Bakur bizanibe ku em naxwazin şer derxin. Ji bo vê zorê nedin me. Vê gavê destê wan de ye û bila zorê nedin me.”

Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres jî wiha axivî: “Em piştgiriyê didin hemû hewldanên ku nahêlin Koreya Bakur ji hêla nukleerê va ne bi tenê ji bo herêmê, ji bo hemû dinyayê bibe xwedî hêzeke xurt.”

Guterres bal kişande li ser xebatên Koreya Başûr û got ku divê rê li ber bê girtin ku ew ji hêla leşkerî, fuze û nukleerê va ji bo qada navneteweyî nebe pirsgirêk. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu