ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemed cewad Zerîf: Heke piştgirîya Amerîkayê neba, ew cinayetana nediqewimîn

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Israyîl û Erebistan bi piştgirîya Amerîkayê li herêmê cinayetan dikin.

Mihemed cewad Zerîf di hevpeyvîna digel kanala CBS a Amerîkayê de dîyar kir ku bijartinên Amerîkayê li Rojhilata Navînê de şaş in, bi bîr xist ku ew bijartinên şaş bûne sedema karesatê li herêmê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, zordarîya Amerîkayê li Efganistan û Iraqê, piştgirîya Waşîngtonê ji Rîyazê di şerê li Yemenê de û helwesta Waşîngtonê ya derbarê kuştina Cemal Qaşiqçî rojnamevanê rexnekirê rêjîma Seûdî de gişk karên şaş zanîn û got: Amerîka bi awayekî berdewam li alîyê nerast sekinîye.

Zerîf herwiha got: Heke piştgirîya Amerîkayê neba, ew cinayetana nediqewimîn.

Başa dön tuşu