ÎranNûçeRojhilatanavin

Nûnerê Aşûriyên Îranê li meclisê: Parastina Kilîseyan nîşana rêzgirtina Komara Îslamî li olên Xwedê ye

Nûnerê Aşûriyên Îranê li Meclisa Şêwraya Îslamî (Parliman) got: Parastin û xwedankirina kilîseyên dîrokî û kevn ên Îranê nîşana rêzgirtina Komara Îslamî ya îranê li şopînerên olên xwedayî ye.

Nûnerê Aşûriyên Îranê li Meclisa Şêwraya Îslamî (Parliman), Yonaten Betkoliya (Yonathan Betkolia) duh anku Yekşemiyê li hevdîtina bi rêvebirê giştî yê Mîrata Çandî, Pêşeyên destêî û Geştyariyê yê parêzgeha Azerbaycana Rojava (Bakurê rojavaya Îranê) her wiha got: Rêz û hurmeta ku dewlet û pergala Komara Îslamî bo şopînerên olên xwedayî radigire, divê bo gelên cîhanê were ragihandin.

Yonaten Bêtkoliya, Nûnerê Aşûriyên Îranê li Meclisa Şêwraya Îslamî (Parliman) bal kişande ser girîngiya Kilîseya Nene Meryemê li Ûrmiyê (St. Mary Church, Urmia) li bakurê rojavaya Îranê şû got: Kilîseya nene Meryema Ûrmiyê yek kilîseyên herî girîng ên cîhanê ye û dikare bi awayê cîhanî were tomarkirin.

Celîl Cebarî, Rêvebirê giştî yê Mîrata çandî, Pêşeyên Destî û Geştyariyê yê parêzgeha Azerbaycana Rojava jî bal kişande ser vê yekê ku tevahiya bin û şûnewarên dîrokî pişkek ji pênaseya gelê navçeyê ne, her wiha got: Mijara parastina şûnewarên dîrokî bi taybet şûnewarên mezhebî ku kilîse jî pişkek ji wê ye, ji bernameyên sereke yên vê rêvebiriya giştî ye.

Li parêzgeha Azerbaycana Rojava zêde ji 100 kilîseyên Aşûriyan weke “Qerekilîse an Tadêosa Pîroz”, “St. Thaddeus Monastery” û “Kilîseya Nene Meryemê” hene ku kevnatiya hinek ji van kilîseyan digihêje zêde ji 400 salî.

Kilîseya Nene Meryema Ûrmiyê piştî “Bêyt Lehmê” (Cihê Jidayîkbûna hezretê Îsa (S)) û Kilîseya Ûrşelîmê li erdên dagirkirî yên Filsitînê, sêyem cihê pîroz ê xirîstiyaniyên dinyayê ye.

Başa dön tuşu