ÎranNûçeRojhilatanavin

Lidarxistina merasima 13 Abanê îro li zêde ji hezar bajarên Îranê

Merasima 13 Abanê roja neteweyî ya rawestana li ber îstikbara cîhanî îro li zêde ji hezar bajarên Îranê tê lidar xistin.

Îro 13 Abanê, 4 Mijdara 2017`an sembola sê taybetmendiyên Inqilaba Îslamî ya Îranê ne taybetmendiyên wek `Sekinîna li ber îstikbarê`, `Gelanîbûna Înqilabê`û `Şoreşvaniya wê` û rê û resma meş û rêpîvana vê rojê bi beşdariya hemî çîn û qat û berpirsên îranî tê li dar xistin.

Gelê Îranê xêncî parastin û dewama ruhiyeta sekinîna li ber îstikbarê, îsal bi beşdariya berfireh li merasima meş û rêpîvana 13 Abanê, dê besiva devojeniyên Donald Trump, serokkomarê Emerîkayê û îhanetên wî li dij gelê Îranê bide.

Merasima 13 Abanê, îsal zêde ji sê hezar û 500 nûçegihan û wênegir dê biweşînin. Li kêleka navenda sîxoriyê ya berê ya Emerîkayê li Têhranê jî 110 nûçegîhan û wênegirên biyanî û 500 nûçegîhan û wênegirên îranî vê mersimê li Têhranê diweşînin.

Zêde ji 11 kanal ji wan sê kanalên emerîkî jî merasima 13 Abanê bi awayekî zindî diweşînin.

Li merasima 13 Abanê li Têhranê, Elî Şemxanî, sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê biaxive.

38 salana berî niha dê vê rojê de yanê 4 Mijdara 1979`an de xwendekarên Îranê jibo protestokirina komployên curbicure Emerîkayê li dijî Inqilaba Îslamî, navenda sîxoriyê ya Emerîkayê li Têhranê dagir kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu