IraqNûçeRojhilatanavin

Nûnerê Ayetullah Sîstanî: Xizmetgihandin bi dirûşmeyan serê xwe nagire

Nûnerê merceyê bilind ê şîeyên Iraqê tevî rexneya ji kiryara dewleta vî welatî li warê xizmetgihaniya bo gel, got: Xizmetgihaniya bo gel bi dirûşmeyan serê xwe nagire û hewcedarê pêngavrakirinê.

Li gorî rapora Sumirye Newsê, Seyd Ehmed El Safî, Nûnerê merceyê bilind ê şîeyên Iraqê îro li xutbeyên nimêja Îniyê ragihand: Xizmetgihaniya munasib û baş divê li ser bingeha pêbaweriya navbera gel û berpirsan be û ev kar hewcedara demê ye heta ku serê xwe bigire.

Li vî halî, Ayetullah Seyd Mihemed Teqî El Muderisî ji merceyên dînî yên Iraqê îro anku Îniyê bi dayîn adaxûyaniyekê tevî rexneya ji derengiya damezirandina dewleta nû, got: Bûyerên vê dawiyê yên Iraqê nîşan didin ku hin qelaş li warê hevkariya navbera gel û rêxistinên cihêner ên dabînkirina xizmetan hene û ev qelaş û cudatî bûne bayîs ku hin alî lawaziya xizmetgihaniyê neçê bi kar bînin.

Mihemed Teqî El Muderisî her wiha ji lawaziya xebata berpirsên iraqî li warê dabînkirina xizmetan ku bûye sebeba xwenîşandana li navçeyên başûrê vî welatî, rexne kir.

Nerazîtiyên gelanî li Iraqê ji du hefteyan beriya niha va li parêzgeha Besreyê li başûrê vî welatî û bi nîşana nerazîtiya li hemberî pirsgirêka kehreba, av û bêkarbûna ciwanên vê parêzgehê her wiha nerazîtiyên parêzgeha Wasitê li rojhilata Iraqê li hemberî rewşa kehrebayê dest pê bû û hêdî hêdî li parêzgehên din ên başûr û navenda Iraqê berfireh bû.

Başa dön tuşu