ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îbrahîm Ceferî: Qewimîna her şerrekî li navçê wê bandorê li hemiyan bike

Wezîrê karên derve yê Iraqê got her cure kiryara leşkerî ya li navçê, wê bandorê li hemiyan bike û meriv nikare bêje ku tenê wê pêsîra aliyên têkildar bigire.

Li gorî rapora roja îniyê ya AL ALAM`ê, Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê li hevpeyvîna bi kanala nûçeyan a AL JAZEEREH ya Qeterê re, liser pêwîstiya meşyana aliyên qeyrana Kendava Farsê ber bi gotûbêjê, pêgîrî kir û got, welatên endamê Konseya Hevkariya Kendava Farsê, bi awayekî hevgav bi xeterên hevpar re rûbirû ne û her kes dikare gotûbêjê bike û ew tenê zimanekî nûjen e ku bi wê re tê xeberdan.

Îbrahîm Ceferî, herwiha got, Iraq ji dema destpêbûna qeyrana Kendava Farsê ve, hemiyan vedixwîne ku peywendiyên xwe yên dostane biparêzin û hestyariyên wiha di navbera hevalan de qebûl nake.

Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê ku jibo hevdîtineka fermî sêşemiyê bi şev ji Qeterê ve derbasî Duhê bû, bi Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî, mîrê Qeterê û Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Alê Sanî, wezîrê karên derve yê Qeterê, hevdîtin pêk aniye û liser mijarên girîng ên di navbera her du aliyan de û bi taybet alûgorên herî dawîn ên navçê gotûbêj kiriye.

Erebistana Siûdî, Misr, Mîrekên Yekgirtî yên Ereb û Behrêyn ji 5`ê Hezîrana sala 2017`an, jiber hevdengnebûna Duhê bi tevgera erebî ya bi serkirdayetiya Riyazê, peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re birrîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu