ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Nûnerê dewleta Herêma Kurdistanê: Iraq nabe bibe beşek ji boykotên Emerîkayê li dijî Îranê

Nûnerê dewleta Herêma Kurdistanê li Îranê bal kişand ser hebûna sînorên dirêj û berjewendiyên hevpar navbera Îran û Iraqê teqez kir ku nabe Iraq bibe beşek ji nakokiya navbera Waşengton û Têhranê û boykotên Emerîkayê li dijî Îranê.

 Nazim Debax li gotûbêja  bi malpera nûçana  SNN`ê bal kişand ser vê yekê ku  peywedniyên nêzîk navbera Têhran û Bexdayê dibe sedema dilgiranî û nerazîtiya Emerîkayê û got ku  nabe Iraq berjewendiyên xwe bike gorriyê siyasetên Emerîkayê û li gor daxwaza welatên biyanî helwestan bigre.

 Nûnerê dewleta Herêma Kurdistanê li Îranê got ku Iraq û Îran xwediyê sînorên dirêj ên hevpar, peywedniyên  mêjûyî û berjewendiyên hevpar hene û nabe Iraq hestyariya peywedniyên xwe bi welatên cîran re ji bîr bike û bibe beşek ji nakokiyên  navbera Waşengton û Têhranê û boykotên Emerîkayê li dijî Îranê ji ber ku Emerîka bi kutabûna  berjewendiyên xwe li Iraqê terka vî welatî dike.

 Her wiha raghand ku  Bexda Hewl dide ku  ji riya dîplomatîk hevsengiya li peywedniyên xwe yên bi derve  biparêze ji ber ku Iraq û Herêma Kurdistanê li gelek waran ji wan derkirîna gazê, karebayê û xwarekê û kelûmelên  bingehîn hevceyî bi Îranê hene.

Başa dön tuşu