FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Nunerê Hamas`ê li Têhranê: Tenê piştgirê me li navçê, Îran e

Nunerê Hamas`ê li Têhranê diyar kir ku tenê riya rawestana li ber Rejîma Siyonîstî , dewama berxwedanê ye û nîşana wê ya herî eşkere întifaze ye.

Xalid Qudûmî nunerê Hamas`ê li Têhranê bereberê 18 Çillê, roja  Gazayê, sembola berxwedana  Filistînê li civîna  pisporiyê ya Filistîn û asoya pêşerojê li Têhranê got: Hamas li xebatên xwe li hemî astan ji  ji zarok heya mezin, partî û grûpên berxwedanê, li dû yekitî û yekperçetiya hemî welatê Filstînê ye û tu carî bi Filistîna  parvebûyî qayîl nabe.

Xalid Qudûmî tenê riya rawestana li ber Rejîma Siyonîstî berxwedan û întifaze ad aznîn û got : Li vê riyê tenê piştgirê me li navçê, Komara Îslamî ya Îranê ye .

Wî destnîşan kir: Helwêstên  alîgirane yên rayedarên Emerîkayê li bara Rejîma  Îsraîlê û bernamên  pêşerojê yên  Trump serokkomarê bijartî yê Emerîkayê ku bûye sedema  fukar û dilgiraniya  civaka navneteweyî, nîşana  berpirsiyarbûna  emerîkiyan li alîkariya bo Rejîma  Îsraîlê û dijberiya tev filistîniayn e.

Xalid qudûmî destnîşan kir operasyona îstişhadî ay ciwanên Filistînê li dijî eskerên siyonîst bûye sedema  dilsarî û tirsa Rejîma Siyonîstî ji xebata filistîniayn .

Nunerê Hamas`ê li Têhranê her wiha  normalkirina  peywendiyên  hin welatên  ereb tev Rejîma Siyonîstî rexne kir û tekez kir: Qeyran û pevçûna  li welatên Îsalmî yên anvçê bûye sedema kêmrengbûna  mesela Filistînê li asta cîhanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu