Nunerê Hamas`ê li Têhranê diyar kir ku tenê riya rawestana li ber Rejîma Siyonîstî , dewama berxwedanê ye û nîşana wê ya herî eşkere întifaze ye.
Xalid Qudûmî nunerê Hamas`ê li Têhranê bereberê 18 Çillê, roja Gazayê, sembola berxwedana Filistînê li civîna pisporiyê ya Filistîn û asoya pêşerojê li Têhranê got: Hamas li xebatên xwe li hemî astan ji ji zarok heya mezin, partî û grûpên berxwedanê, li dû yekitî û yekperçetiya hemî welatê Filstînê ye û tu carî bi Filistîna parvebûyî qayîl nabe.
Xalid Qudûmî tenê riya rawestana li ber Rejîma Siyonîstî berxwedan û întifaze ad aznîn û got : Li vê riyê tenê piştgirê me li navçê, Komara Îslamî ya Îranê ye .
Wî destnîşan kir: Helwêstên alîgirane yên rayedarên Emerîkayê li bara Rejîma Îsraîlê û bernamên pêşerojê yên Trump serokkomarê bijartî yê Emerîkayê ku bûye sedema fukar û dilgiraniya civaka navneteweyî, nîşana berpirsiyarbûna emerîkiyan li alîkariya bo Rejîma Îsraîlê û dijberiya tev filistîniayn e.
Xalid qudûmî destnîşan kir operasyona îstişhadî ay ciwanên Filistînê li dijî eskerên siyonîst bûye sedema dilsarî û tirsa Rejîma Siyonîstî ji xebata filistîniayn .
Nunerê Hamas`ê li Têhranê her wiha normalkirina peywendiyên hin welatên ereb tev Rejîma Siyonîstî rexne kir û tekez kir: Qeyran û pevçûna li welatên Îsalmî yên anvçê bûye sedema kêmrengbûna mesela Filistînê li asta cîhanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)