AborîCîhanFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Nunerê Îranê li IAEA`yê: Bernama navokî ya Rêjîma Sîyonîst gefek li hemberî aştîya cîhanî ye

Nunerê Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê, bernama navokî ya Rêjîma Sîyonîst sedema dilgiranîya sereke ya gelên navçê û civaka navnetewî zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Riza Necefî nunerê dayimî yê Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) duh di roja dawîyê ya civîna demsalê ya Civata Hikimdarên vê Ajansê durûtîya welatên rojavayî li hemberî bernama navokî ya Rêjîma Sîyonîst bi tundî rexne kir û xwest ku hevkarî û veguhestina made û alavên navokî bo vê rêjîmê were qedexekirinê.

Necefî têkildarî bandorên neyênî yên bernama navokî ya narewa ya rêjîma Israîlê ser ewlehîya herêmê û hitbara peymanên qedexekirina berfirebûna bernamên navokî hişyarî da û got: Zanyarên navokî yên Israîlê bi hêsanî dikarin agahîyan têkildarî navendên navokî yên hin welatên xwedîyê çekên navokî bi dest bixin û bi hezaran belgeyan di vî warî de bi dest bixin û ev imkana bûye sedem ku zanyarên navokî yên welatên endamê Peyamana Qedexekirina Berfirekirina Çekên Navokî (NPT) ji hêla têrorîstên kirêgirtîyê Rêjîma Sîyonîst ve li Rojhilata Navînê tên têrorkirinê.

Nunerê Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê bal kişand ser daxwazên berdewam ên civaka navnetewî û biryarnamên IAEA`yê û Konfiransa Venihêrîna li peymana NPT`yê ji bo ku Israîl zûka tevlî vê peymanê bibe û çavdêrên IAEA`yê lêgerîn û çavdêrîyê li navendên navokî yên vê rêjîmê bikin û got: Mixabin Rêjîma Sîyonîst di salên buhurî de bi berçavnegirtina daxwazên rewa yên civaka navnetewî û bi piştgirîya çavgirtî ya hin welatan û binpêkirina aşkira ya hemî qanûn û qirarên navnetewî pêşdebirina bernama xwe ya navokî ya leşkerî didomîne.

Başa dön tuşu