ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî: Du tîmên din ên têrorîst ji alê hêzên me hatin jinavbirin

Fermandarê hêza zemînî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî derbarê naskirin ûjinavbirina du tîmên din ên têrorîst li navçeyên Serwabad û Şinoyê li bakurê rojavaya Îranê agahî da.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Fermandarê hêza zemînî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Serdar serîtp pasdar Mihemed Xakpûr bal kişande ser ser jinavbirina tîmeka têrorîst di êvara Îniya bihurî li Şinoyê û got: Du tîmên din ên têrorîst hewildaneka serneketî ji bo ketina nav axa Komara Îslamî ya îranê kirin ku bi şopandina itilaatî û naskirina cihê derbasbûna wan jialiyê hêzên Biryargeha Hemze Seyid El Şuheda (S), ev tîmên têrorîst ji nav çûn û 6 kes ji an hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Fermandarê hêza zemînî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku hejamreka çek, muhimat û amûr û alav ji têroîstan hatin desteserkirin, destnîşan kir: Hêza zemînî ya Sipahê Pasdaraên Înqilaba Îslamî bi amadetiya tam û serdestiya giştalî ser tevgerên kirêgirtiyên istikbara cîhanî. her cûre hewildana wan ji bo binpêkirina ewlehiya Îrana Îslamî dê tûşî bersiva tund bînin.

Roja bihurî anku şemiyê jî beşa pêwendiyên giştî ya Biryargeha Hemze Seyid El şuheda (S) ya Hêza zemînî ya Sipahê Pasdarên înqilaba Îslamî, jinavbirina tam a tîmeka têrorîst li navçeya sînorî ya Şinoyê û kuştin û birîndarbûna 7 endamên wê ragihand.

Seyid Mehmûd Elewî, wezîrê Itilaatê yêî Komara Îslamî ya Îranê demek beriya niha ragihand: Ji 20ê Adara 2017an va heta 20 Adara 2018an bi hewildana hêzên ewlehiyê, 300 tîmên têrorîst li Îranê hatin jinavbirin.

Başa dön tuşu