İslami Davet Kurdi Bange İslami

Nûnerê nû yê NY bo Sûriyê Geir Pedersen dest bi karê xwe kir

Piştî bi dawîbûna erkê Steffan De Mistura îro nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê yê nû Geir Pedersen dest bi karê xwe kir.

Ajansa Rt di nûçeyeka xwe belav kir ku, piştî bi dawîbûna erkê nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyê Steffan De Mistura îro Geir Pedersen li şûna wî dest bi karê xwe kir.

Tê zanîn ku, Sekreterê Giştî yê NY António Guterres di 30ê Mijdara borî de di civîna YN de ragihand ku wan dîplomatkarê Norwecî Geir Pedersen wek nûnerê NY ji bo Sûriyê destnîşan kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku,  eve 4 sal bûn Steffan De Mistura weke nûnerê NY bo Sûriyê bû û heta niha ti çareseriyeke siyasî ji kirîza wî welatî re ne hat dîtin.

Exit mobile version