Nunerê NY ji ber helwêstên derheq alûgorên Iraqê spasîya ayetullah Sîstanî kir
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2017/11/bange-islami-ayetullah-sistani.jpg)
Nunerê NY li Iraqê li hevdîtina tev ayetullah Sîstanî, merceyê bilind ê şîeyên vî welatî kêfxweşiya xwe li bara helwêstên wî li bara rawestana li ber gendeliyê da diyarkirin.
Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê Someriye Newsê, Yan Kobîç, serokê taxima Rêxistina NY li Iraqê îro çarşemiyê li Necefa Eşref piştî hevdîtina tev Ayetullah seyd Elî Huseynî Sîstanî ji hewldanên wî ji ber nihêrînên li meselên curbicur spasî kir.
Yan Kobîç bal kişand ser vê yekê ku li vê hevdîtinê tev Ayetullah Sîstanî, qeyrana navbera Bexda û Hewlêr û pêwîstiya berçavgirtina qanûna bingehîn hat hilkoalndin û got: NY piştgiryê dide reformên dewletî û rawestana li ber gendeliyê. Kobîç got: Piraniya çavkaniyên aborî yên DAIŞê ji nav çûne.
Vî nunerê NY her wiha ser pêwîstiya lidarxistina hilbiajrtinên pêşerojê yên Iraqê li dema kivşkirî bi curekê ku gişt aliayn bigre ber xwe , teqez kir.
Pêştir ayetullah Sîstanî, merceyê pilebilind ê Iraqê li hevdîtina tev çavdêrê NY daxwaza zêdebûna rola NY li welatê xwe û xurtkirina çanda aşitî, mihibet û dilovanî û jiyana bi aşitî kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)