IraqNûçeRojhilatanavin

Nunerê NY ji ber helwêstên derheq alûgorên Iraqê spasîya ayetullah Sîstanî kir

Nunerê NY li Iraqê li hevdîtina tev ayetullah Sîstanî, merceyê bilind ê şîeyên vî welatî kêfxweşiya xwe li bara helwêstên wî li bara rawestana li ber gendeliyê da diyarkirin.

 Li  gorî rapora ISNA`yê û ji zarê Someriye Newsê, Yan Kobîç, serokê taxima Rêxistina  NY li Iraqê îro çarşemiyê li Necefa Eşref piştî hevdîtina tev Ayetullah seyd Elî Huseynî Sîstanî ji hewldanên  wî ji ber nihêrînên li meselên  curbicur  spasî kir.

Yan Kobîç bal kişand ser vê yekê ku li vê hevdîtinê tev Ayetullah Sîstanî, qeyrana  navbera Bexda û Hewlêr û pêwîstiya  berçavgirtina qanûna  bingehîn  hat hilkoalndin û got: NY piştgiryê dide  reformên  dewletî û rawestana  li ber gendeliyê. Kobîç got: Piraniya çavkaniyên  aborî yên DAIŞê ji nav çûne.

Vî nunerê NY her wiha ser pêwîstiya  lidarxistina  hilbiajrtinên  pêşerojê yên Iraqê li dema kivşkirî bi curekê ku gişt aliayn bigre ber xwe , teqez kir.

Pêştir  ayetullah Sîstanî, merceyê pilebilind ê Iraqê li hevdîtina  tev çavdêrê NY daxwaza zêdebûna  rola NY li welatê xwe û xurtkirina  çanda aşitî, mihibet û dilovanî û jiyana  bi aşitî kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu