IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina taxên din lı Mûsilê

Generalê erkantiya hêzên taybet “ Ebdulemîr Reşîd Yarullah“ fermandê operasyona “ Hey Neynewa wa em tên“ roja yekşemiyê ragihand: Taxa El-Kefaat ku ketiye beşa rojhilata bajarê Mûsilê, hat azadkirin.

Yarullah got: Beşên bakurî yên vê taxê ji bin lepên DAIŞê azad kirine û ala Iraqê ser banê avahiyên  wê bilind kirine û gelek xisarên canî û eskerî li dijmin xistine.

General Ebdulwehab El-Saidî fermandê Rêxistina rawestana li ber terorîzmê ya Iraqê jî îro li bara azadkirina taxa Endulusê li beşa rojhilata bajarê Mûsilê agahî da.

El-Saidî li gotûbêja xwe got : Hêzên rêxistina rawestana li ber terorîzmê piştî ku gelek xisarên giran li DAIŞ xistin, karîn ku vê taxê azad bikin.

Endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê îro hin malên  welatiyên iraqî li hin taxên bajarê Mûsilê navenda  parêzgeha Neynewayê şewitandin, rûniştiyên malên hanê alîkariyên aborî nedan DAIŞê, Hêzên eskerî ji wan hêzên polîsê federala Iraqê beşa rojhilata Mûsilê tam xistin bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu