Nûnerê Serokê Amerîka yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo Dijî DAIŞê de Brett McGurk piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê îstifa kir.
Ajansa Associated Pressê nûçeya îstifaya McGurk bi lezgînî belav kir. Berî wî jî Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis bi nameyekê îstîfa kir.
Herwiha 6 senatorên Amerîkî jî name ji Trump ra şandibûn ku biryara xwe di ber çavan ra derbas bike.
Biryara Brett McGurk piştî helwêsta Serokê Amerikayê Donald Trump a vekşandina Hêzên Amerika ji rojhilatê Firatê û deverên kurdî li bakura Sûriyê tê.
Di twitter a Brett McGurk de tişetek li ser vê yekê û sedema dest ji kar kişandinê nehatiye eşkere kirin. Lê medya Amerika ev nûçe belavkiriye.