ÎranNûçeRojhilatanavin

Nûnerê Seyyid Îmam Elî Xameneyî Musewî Cezayîrî şîna giştî ragehand

Îro 24.09.2018ê bi amadebûna hejmarek berpirsên bilind ên Îranê û Nûnerê Seyyid Îmam Elî Xameneyî ve termê kuştiyên êrîşa Ehwazê yên sipaha pasdarên Îranê bi axê hatin spartin.

Roja 22.09.2018ê di encama êrîşeke çekdarî ya li ser merasîma pêşandana leşkerî ya li bajarê Ehwazê, 29 leşker û efserên pasdaran şehid bûn û 57 kesên din jî birîndar bûn.

Herwaha li gel bi axê spartina termê leşker û efseran, Nûnerê Seyyid Îmam Elî Xameneyî li parêzgeha Xuzistanê Musewî Cezayîrî şîna giştî ragehand.

Başa dön tuşu