ÎranNûçeRojhilatanavin

Nûnerê Weliyê Feqîh li Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê: Rêjîma Siyonîst dijminê sereke yê Bereya Berxwedanê ye

Nûnerê Weliyê Feqîh li Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Rêjîma Siyonîst dijminê sereke yê Bereya Berxwedanê ye û heke her cûre ehmeqiyek ji aliyên dijminan pêk were, hêzên çekdar ên Îranê ji bo berevaniya ji welêt tam amade ne.

Li gorî rapora Sepah Newsê, Nûnerê Weliyê Feqîh li Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, Hucet ul Îslam wel Muslimîn Ebdullah Hacî sadiqî roja Duşemiyê dema seredana nîşangeha hewafeza ya Sipahê li Xozistanê – li Başûrê rojavaya Îranê – destnîşan kir: Peyama vê nîşangehê bo gelê Îranê dilgermî û hêvî, ji bo rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ragihandina sozdarîyê û amadetiya tam û bona dijminan soza jinavbirinê ye.

Nûnerê Weliyê Feqîh li Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê her wiha tevî dayîna pesna xortên nifşa nû, got: Dijmin baştir dizane ku nifşa nû hem coş û kelecan û morala serhildan  û înqilabî ya xortên nifşa yekem a Înqilabê heye û hem xwedan besîret û kûrbîniya zêdetirê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî, fermandarê gişt hêêzn Îranê roja 4ê Adarê hucet ul îslam wel muslimîn Ebdullah Hacî Sadiqî wek Nûnerê Weliyê Feqîh li Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê tayîn kir.

Hucet ul îslam wel muslimîn Ebdullah Hacî Sadiqî dewsa hucet ul îslam Elî Seîdî girtiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu