Nunerên meclîsa şêwra Îsalmî ya Îranê roja yekşemiyê li civîna eşkere ya meclîsê plana îstîzaha Ebas Axondî wezîrê rê û çêkirina bajêran ê Îranê hilkolandin.
Piştî kutabûna axiftinên nunerên muwafiq û dijberê plana îstîzaha wezîrê rê û avakirina bajêran , nunerên meclîs Îranê bi 74 dengên Erê, 176 dengên Na û 5 dengê bêalî ji 257 nunerên hazir li meclîsê,li hember îstîzahkirina Axondî dijberî kirine û dengê Erê dane dewama xebata wî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)