İslami Davet Kurdi Bange İslami

Nûnerên parlemana Iraqê kirrîna kelûmelên Tirkiyê boykot kirin

Feraksiyona Bedr li parlemana Iraqê li daxûyaniyekê ku 60 nûneran ew îmza kirin, ragihandin ji ber ku Tirkiyê hakimiyeta axa vî welatî binpê kiriye ewna kirrîna kelûmelên vî welatî boykot dikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mehr News`ê, Muhemed Nacî Muhemed serokê feraksiyona Bedrê got: Destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Iraqê eva mudeheke tê domandin û niha wekî kirîzeke mezin tê hisab; Loma pêwîst e karbidestên Iraqê zûtirkê pêşiya van destdirêjiyana bigrin.

Van nûnerên parlemana Iraqê herwisa ragihandin ku pêwîst e Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bersiva gotinên xwe yên dijî hêzên Heşda Şeibî jî bide.

Nacî Muhemed herwisa got: “Her çend riyên zav hene bona sekinîna li hemberî destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Iraqê lê li rewşa niha me riya mentiqî û beraqil berçav girtiye û ew jî boykotkirina kirrîna kelûmelên Tirkiyê ye“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version