CîhanEwropaNûçe

Nûnerên tevgera Êlegzeran a Fransayê qala plandarêştina jibo dewama nerazîtiyan di sala 2019 an da kirin

Nûnerên tevgera Êlegzeran a Fransayê qala plandarêştina jibo dewama nerazîtiyan di sala 2019 an da kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê, Latîşa Dûwal ji berdevkên Tevgera itirazî ya  Êlegzeran got: Dora heftem a xwenîşandanan sibe anku Şemiyê li Fransayê tê lidarxistin û nerazîtî jî di hefteyên tê da dê werin domandin.

Bêncamîn Kaçî ji nûnerên Tevgera Êlegzeran got ku eger dewlet paşve nekişe û xwestekên xwenîşanderan nepejhirîne, ev tevger heta çend hefteyên din dê bibe tevgereka seranserî.

Kolanên Parîsê û bajarên din ên Fransayê ji çend hefteyan beriya niha va bûne qala pevçûnên tund navbera Polîsê Fransayê û nerazîyan.

Nearamî ji roja 17ê Mijdarê va bi nîşana nerzîtiya li hemberî siyasetên abûrî yên dewleta Makron dest pê bûn û li welatên din ên ewropî ji wan ji Almanya, Holanda û Bêljîkayê jî li halê berfirehbûnê ye.

Kiryarên tun dên Polîsê Fransayê heta niha bûye sebeba kuştina 10 kesan û birîndarbûn û girtina bi sedan kesî.

Başa dön tuşu