Serokê hevalbendiya Dewleta Qanûnê ya Iraqê tewsiye û şîretên ayetullah Sîstanî merceyê bilindqedr ê Iraqê jibo parastina hêzên Heşda Şebî pesinand.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê kanala Someriye Newsê, Nûrî Malikî, serokê hevalbendiya Dewleta Qanûnê, şemiyê şevê li hevdîtina tev şêx Îshaq El-Feyaz ji merceyên teqlîdê li Necefê destnîşan kir: Destkewt û serketinên ku hêzên iraqî li şerê li hember terorîzmê bi dest xistin, deyndarê fetwaya cîhada kefayî ya ayetullah Sîstanî li avakirina Heşda Şebî ye.
Nûrî Malikî her wiha ji tewsiye û şîreta ayetullha Sîstanî derheq înhisara çek û sîlehan taybetî di destê dewletê, sipasî kir.
Piştî êrişa DAIŞê ser Iraqê û sernixûnbûna Mûsilê li sala 2014`an , ayetullah Sîstanî bi raghandina fetwaya cîhada kefayî, ji welatiyên iraqî xwest ku jibo parastina welêt bi alîkariya hêzên çekdar ên vî welatî hewl bidin. Ev fetwaa bû sedema avakirina hêzên Heşda Şebî yên Iraqê ku niha bin çavdêriya Heyder Ebadî fermandê giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê xebatê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)