IraqNûçeRojhilatanavin

Nurî Malikî wê bibe serokê Hevpeymanîya Nîştîmanî

Perlemantarekî dewleta qanûnê ragîhand; serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê berbijarê Îtîlafa xwe ji bo serokatîya Hevpeymanîya Niştîmanîya Îraqî li meha Tîrmeha bê, piştî demê serokê niha bi dawî tê.

Resûl Razî, ragîhand; serokatîya Hevpeymanîya Niştîmanî bi rêkeftin di navbera alîyên hevpeymanîyê da tê destinîşan kirin, her sal jî alîyekî wê hevpeymanîyê serokatîyê wergire.

Resûl aşkere jî kir; li gorî wê rêkeftinê, Kutla Miwatin li xula yekê yê wê serokatî wergirt, piştî wê jî dewleta qanûnê dê serokatîya wê hevpeymanîyê wergire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu