IraqNûçeRojhilatanavin

Nûrî Malikî xelkê Iraqê dewetî pişkdariya li hilbijartina parlemanî ya vî welatî kir

Alîkarê serokkomarê Iraqê ji xelkê vî welatî xwest bona işkestdayîna xebatên biyanî ji bo têkbirina rewşa Iraqê bi berfirehî pişkdariya hilbijartina parlemanî bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, Nûrî Malikî alîkarê serokkomarê Iraqê destnîşan kir: Gelê Iraqê ji ber berxwedana xwe dikare pilana dijminan ku dil hene Iraqê ber bi aloziyê biben û prosa demokrasiyê li welêt rastî işkestê bînin pûç dike.

Her li vê çarçîvê Ewatêf Nêime nûnera parlemana Iraqê û endama hevalbendiya dewleta Qanûn ji pîlana siyasî ya Erebistanê xeber da ku dixwaze DAIŞên siyasî têxe nav parlemana Iraqê û her li vê çarçîvê îşareyî berbijarbûna kesên weke Reid Solêyman berdevka parek ji eşîretên parêzgeha Enbarê û Umer El-Cemal rojnamevanê ser bi bereya Seûdî li hilbijartina parlemanî ya Iraqê kir.

Ewatêf Nêime bal kişande ser viya ku eger kesên wiha wekî parlementerên Iraqê bêne bijartin bona prosa siyasî ya vî welatî wekî gef têne hisab got: Pêwîste ku sîstema dadwerî û komîsiyona hilbijartina Iraqê vê yekê pêygîrî bikin.

Nûrî Malikî jî pêştir ragihandibû ku Erebistan bi hemû qudreta xwe ya abûrî , medyayî û pilandanîna xwe dixebite netîceya hilbijartina parlemanî ya Iraqê biguherîne.

Hilbijartina parlemanî ya Iraqê roja 12ê Gulana 2018an li 18 parêzgehên vî welatî bi beşdariya 320 partî û 54 hevpeymaniyan ji bo bjartina 328 parlementeran dê were lidarxistin.

Başa dön tuşu