İslami Davet Kurdi Bange İslami

Nûrî malkî: Referandûma serxwebûna Herêmê fîtneye

Nûrî Malkî serokê îtîlafa dewleta Qanûnê, referandoma serxwebûna herêma Kurdistanê bi fîtne bi nav kir û hoşdarî ji qonaxên bê da.
Nûrî Malkîyê heman dem cêgirê serokkomarê Îraqê bi helkefta 3 salan li ser damezrandina Heşda Şe’bî peyvek pêşkêş kir û ragehand; Referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê fîtneye û dê bibe egerê parçekirina Îraqê.
Got jî; Xîvetgehên mangirtinê û nerazîbûnê yên pêştir li deverên sunne nişîn hatin kirin pirojeyek bûn dijî yekêtîya Îraqê îro jî fîtneya parçekirinê û referandûmê bo biryardanê li ser çarenvîsî parçeke ji wî projey.
Malkî daxwaz ji hemû alîyan kir pişikdarîyeka bi hêz di helbjartinan da biken, jibo wê yekê hikumeteka pitrîya siyasî pêkbînin da ku wan pirsên nerênî çare biken.
Malkî diyar jî kir; Pêdivîye hemû bizavan rê bêxin û dest ji hevrikî û nakukyan berden jiberku qonaxa bê ya bi tirse û pêdivî bi yekdengiyê heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version