NûçeCîhanEwropaÎranRojhilatanavin

NY: Amerîka dê vegere peymana nukleerî û toleyên li ser Îranê rake

NY: Amerîka dê vegere peymana nukleerî û toleyên li ser Îranê rake.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li civîna 2231 a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û cîbicîkirina Lihevkirina Navokî ji Amerîkayê xwest ku vegere ser rêketinama navokî û rakirina dorpêçên dijî Îranê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Rosemary DiCarlo, cîgira sekreterê giştî yê NY bo karûbarên siyasî, ji Amerîkayê xwest ku hemî dorpêçên ser Îranê rake û bi sektora taybet a Îranê re bazirganiyê bike.

Alîkarê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got: Rêketinama navokî serkeftinek ji bo nehêlana çekan û piralîbûnê ye û niha rêketinama navokî di qonaxeke girîng de ye.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî heftiya buhurî rapora xwe ya 13`an li ser cîbicîkirina biryara 2231 a Konseya Ewlekariyê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir û têde bal kişand ser pêwîstiya rakirina dorpêçên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê û sûdwergirtina ji berjewendiyên aborî yên Îranê.

Di raporê de, Guterres berdewamiya rêkeftina atomî wek bijardeya herî baş ji bo çareserkirina pirsa navokî ya Îranê û dîplomasiya piralî bi nav dike.Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya derbarê çalakiyên dîplomatîk ên di çarçoveya danûstandinên ji bo vegerandina hemû aliyan li ser erkên xwe yên li gorî Lihevkirina Navokî, pêşwazî li hevkariyên nêzîk û bibandor ên aliyên lihevkirina navokî kir.

Başa dön tuşu