ÎranNûçeRojhilatanavin

Komara Îslamî ya Îranê li hemî bêsoziyên Emerîkayê fikir kiriye û ger ev pêvajoya bidome dê bersiva Waşengtonê bide

Li gor nûçen Sahar Tv, Elî Larîcanî roja şemiyê li bajarê Sawucbulaxa parêzgeha Elburzê (rojava Têhranê) bal kişand ser vê yekê ku  li meselên navokî, Komara îslamî ya Îranê riyeke zelal şopandiye û  maqûl reftarê dike û destnîşan kir:  Liv û tevegrên kirêt dê ser zirara wan kesa be ku  li hember Îranê bêsozî kirine.

Larîcanî her wiha diyar kir:  Ger emerîkî rewşa Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê berçav negrin Îran amade ye û dikare bersiveke  qahîm bide Waşengtonê.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  Îranê berpirsiyariyên xwe yên li rêketinnama navokî baş cih anîne û destnîşan kir: Îranê li hember pîlanên  Emerîkayê, hin teybîr  berçav girtine ku dê wextê xwe de wan cih bîne.

Elî Larîcanî bal kişand ser hewldanên  vê dawiyê yên Sinaya Emerîkayê jibo boykotkirin û terorîstî zanîna  muhtemel a Sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî û got :Artêşa Emerîkayê, Pintagun û CIA damezrêner û piştgirê grûpên terorîstî li navçê û  berbenda li hember aramiya RojhilataNavîn in.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî tekez kir heya dema ku hin welat ji wan Emerîka ku çavkaniya sereke ya  terorîzm û fanatîzma tekfîrî-wehabî ye berçav nagirin û alîgirên terorîzmê han didin û wan pergal dikin ofeya  kirêt a terorîzmê nayê kontrolkirin û nayê jinavbirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu