FilistînNûçeRojhilatanavin

Ismaîl Heniye: HAMAS li pey şerê tev Israîlêî nine

Cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filsitînê nasyar bi HAMAS`ê dibêje ku ev tevgera li dû şerê tev Israîlê nine, lê ketina artêşa vê rêjîmê nav erdên filistînî tamil nake.

Ismaîl Heniye roja îniyê, 6`ê Gulana 2016`an, li xutbeyên nimêja îniyê ya Xezeyê got: `Em li pey şerekî teze nînin, lê bi ti awayî vê êrîşê qebûl nakin.`

Wî got: Çekdarên israîlî `Bi bihaneya peydakirina tonêlan 150 heta 199 mêtrî` ketine nav zîvala Xezeyê.

Heniye destnîşan kir: `Me li çend peyaman ragihandiye ku dê berxwedan rê nede ku artêşa Israîlê qanûnên teze li nav sînorên zîvala Xezeyê bisepîne`.

Cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê got: Ev tevgera dê pêkanîna `Navçeyeke cudakir` a sedmêtrî li nav axa Xezeyê nepejirîne.

Rêjîma Israîlê roja îniyê, 6`ê Gulana 2016`an, ji bo sêyemîn cara li pey hev zîvala Xezeyê da ber êrîşên xwe. Artêşa Israîlê bi daxuyaniyekê idia kir ku firoke, topxane û tankên artêşê navendên HAMAS`ê li zîvala Xezeyê dane ber êrîşên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu