CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin
NY biryara Amerîkayê red kir
Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî duh di derbarê biryara Trump a Qudsê de civiya. Di encama civînê de biryara ragihandina Qudsê weke paytexta Îsraîlê hat redkirin.
Li Civata Giştî ya NYê îro li ser pêşnûmeya ku ragihandina Qudsê weke paytexta Îsraîlê red dike, dengdan pêk hat. Ev pêşnûma li dijî biryara Trump bi 128 dengên ‘erê’ hat qebûlkirin. 9 welatan ev pêşnûme red kir û 35 welatan jî li ser pêşnûmeyê deng nedan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)