İslami Davet Kurdi Bange İslami

NY: DAIŞê hela jî 20 heya 30 hezar hêzên xwe li Sûriyê û Iraqê hene

Berûvajiya îdiaya Emerîka li bara işksta DAIŞê, komek ji pisporên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li raporekê raghandin ku Koma terorîstî ya DAIŞ`ê hela jî 20 heya 30 hezar hêzên li Sûriyê û Iraqê hene.

 Li gorî rapora Fars Newsê ji zarê Associated Press`ê,  raporeke  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî nîşan dide ku  koma terorîstî ya DAIŞê hn jî  nêzîkî 30 hezar hêzên xwe li Iraqê û Sûriyê hene û tora cîhanî ya vê komê li halê berfirebûn ye, çawa ku koma El-Qaidê jî ji berê bihêztir  maye.

Ev rapora ku ji aliyê pisporên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hatiye amadekirin,dibêje ku tevî işkesta DAIŞê li Sûriyê û Iraqê,  bingeheke nepenî ji mîlîtanên  vê komê li her du welatên Sûriyê û Iraqê hela jî mane û gelek alîgirên xwe li Efxansitan, Lîbya, başûrê rojhilata Asiya û rojava  Efrîqayê hene.

Li vê raporê her wiha hatiye: Koma  cîhanî ya El-Qaidê hîn jî çalak e û alîgir û hevpeymanên  bi hêztir  ji DAIŞ`ê li hin navçên cîhanê ji wan li Somalya, Yemen, başûrê Asiya û navça  perava  Efrîqayê heye.

Li vê raporê ku raberî konseya ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bûye, her wiha  hatiye ku hejmara endamên DAIŞ li Sûrityê û Iraqê navbera 20 heya 30 hezar tê texmînkirin ku pişkeke  berbiçav ji wan, hezaran terorîstên  biyanî yên çalak pêk tînin.

Ew pisporên  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dibêjin ku hejmarek ji  şervanên DAIŞ`ê, dîzayner û fermandên  vê komê hatine kuştin û hejmarek ji wan, terka navçên  cengî kirine lê hin ji wan hîn li Iraq û Sûriyê de ne, hejmarek  di rewşa eskerî de ne lê hin ji wan li navçên  bajarî û gundî nepenî jiyan dikin.

Ev rapor li halekê tê weşandin ku Emerîka û hevpeymanên  wê salekê beriya  işkesta DAIŞê li navçê raghandibûn.

Exit mobile version