NûçeRojhilatanavinYemen

Şeş leşkerên siûdî li sînorê Yemenê hatin kuştin

Li êrîşa hêzên yemenî li ser baregeha leşkerên siûdî li sînorê Erebistan û Yemenê, herîkêm şeş siûdî hatin kuştin.

Li gorî rapora kanala El Mesîreyê, li vê êrîşê ku berbanga îro anku Yekşemiyê lis er çeper û baregehên leşkerî yên siûdiyan li navçeya sînorî ya El Hedê li başûrê Erebistanê pêk hat, hejmareka çekdarên siûdî jî birîndar bûn û baregeha wan ji nav çû.

Yekîneya mûşekî û hêzên gelanî yên Yemenê duh şemiyê çeper û baregehên çekdarên siûdî li navçeya Cîzanê li başûrê Erebistanê bi heşt mûşekan dan ber êrîşê.

Êrêîşên mûşekî yên artêş û hêêzn gelanî yên Yemenê wek berteka li hemberî êrîşa roja Şemiyê ya firokeyên şêrr ên destdirêjkerên siûdî li ser Senaya paytexta vî welatî û li bereberê oxirkirina meytê şehîd Salih Elî El Semad serokê Koneya Bilind a Siyasî ya Yemenê pêk hat.

Êrîşên Erebistanê bi piştgiriya Amerîkayê li ser Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va dest pê bûne.

Ev êrîş bi dewama kuştina xelkê Yemenê û xerakirina binavahiyên vî welatî hema wisa didomin.

Hêzên yemenî wek berteka li hemberî êrîşên destdirêjkeran, çeper û baregehên Rêjîma Alê Siûd li Yemenê û li nav axa Erebistanê didin ber êrîşê.

Başa dön tuşu