AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

NY ji ber sepandina boykotên Amerîkayê ser Îranê da dilgiran e

Seroka Navenda Lêzanînên NY li Têhranê got: Sêkrêtêrê Gişt NY ji ber biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Rêketinama Atomî û sepandina boykotan ser îranê da dilgiran e.

Seroka Navenda Lêzanînên NY li Têhranê Maria Dotsenko ji zarê Sêkrêtêrê Gişt NY António Guterres herwiha got: Li gorî raporên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê, tu xalifînek li bernama navokî ya Îranê tineye û ser vî esasî wajokerên din ên Rêketinama Atomî piştgirîyê didinê.

Wê bi ragihandina dewama piştgirîya NY ji dewlet û gelê Îranê got: NY bi dewleta Îranê ra ji bo kêmkirina zexta boykotan, ji bo amadekirina pakêta alîkarîya bo çîn  û qatên hejar hevkarîyê dike.

Seroka Navenda Lêzanînên NY li Têhranê herwiha derbarê karkirina azad a komên têrorîst li Ewrûpayê pêgirî kir: NY her karekî têrorîstî li her dera cîhanê be, şermezar dike.

Koma têrorîst a Munafiqînê ku mideha 40 salên buhurî da nêzî 17 hezar welatîyên îranî kuştine nika bi piştgirîya hin dewletên rojavayî bi awayekî serbest li Ewrûpa û Amerîkayê çalak e.

Başa dön tuşu