IraqNûçeRojhilatanavin

Malbateke kurdên êzdî ku ji 14 kesan pek dihat li navçeya Telahfera Mûsilê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatin rizgarkirin

Rizgarkirina kurdên êzdî ya ji deste rêxistina terorîst a DAIŞê berdewam e, 14 kesên din jî ji navçeya Telahferê rizgar bûn.
Ew malbata ku piştî destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsil û Telahferê rizgar bûne, behsa jiyana xwe ya di bin destê DAIŞê de dikin û dibêjin: “DAIŞ li Telahferê di rewşekî gelek xirab de ye û hinek çekdarên wan otomobîlên xwe ji xwe re kirine mal. DAIŞî ji ber tirsa êrîş û bombebaranan bi berdewamî digerin û nikarin li cîhekê bimînin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu