EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

NY: Li Efxanistanê di êrişeke asmanî de gelek jin û zarok hatin kuştin

Netewên Yekgirtî (NY) ragihand, di êrişeka hêzên hevpeyman de li Efxanistanê, bi dehan sivîl hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.

Nûnertiya NY li Efxanistanê (UNAMA) ragihandiye, di êrişa şeva çarşema borî ya hêzên hevpeyman de li herêma Hilmend ya Efxanistanê, 23 sivîl hatine kuştin.

Li gorî raporta UNAMA, di nav kuştiyan de 8 zarok û 10 jin hene, yên din jî zilam in.

Başa dön tuşu