FilistînIraqNûçeRojhilatanavin

Adil Abdulmehdi: Iraq dê berevanê mafên gelê Filistînê bimîne

Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina bi Mehmûd Ebas, Serokê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê li Bexdayê destnîşan kir: Iraq dê berevanê mafên gelê Filistînê bimîne.

Adil Abdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê Yekşemiyê bi şev li hevdîtina bi Mehmûd Ebasê Serokê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê got: Filistnî hertim mijara yekem a Cîhana Îslamê bûye û dê hebe jî.

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vê yekê ku Iraqê amadebûneke bihêz li navçeyê heye, got: Bexda dê alîkariya gelê Filistînê jibo serêxwegirtina xwestekên wî bike.

Başa dön tuşu