NûçeRojhilatanavin

Ebadî: Em ê bersiva êrişa kîmyewî ya DAIŞ`ê bidin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şeva buhurî wade da ku artêşa vî welatî yê bersiveke guncav bide êrişa kîmyewî ya koma têrorîst a DAIŞ1ê ya li bakûra vî welatî.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê roja çarşemê bi gazên kîmyewî êrişî devera taze ya kerkûkê kir ku di encamê da 3 zarok hatin kuştinê û çend kes jî bi jehrê ketin.

Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku “ev êrişa ku li ser gundê taze li 220 kîlomêtriya bakûra bexdayê pêk hat û wer xûya dike tê da gaza Xerdelê bi kar hatiye“ bê bersiv namîne. Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê ji Bexdayê, rayedarên herêmî ragihandin ku DAIŞ`ê di vê êrişê da gaza Xerdelê bi kar aniye lê, karzan mijûlê lêkolîna ser nimûneyên komkirî li vê deverê ne.

Serokwezîrê Iraqê her wiha wade da piştgiriya pizişkî bide nişteciyên devera Tazê ku bi sedan kes ji xelkê wê ketine ber êrişa bi gazên jehrê. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu