CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavinSûriye

Duyem serokê ereb serdana Şamê dike

Biryare di meha bê de duyem Serokê ereb serdana Şamê bike û li gel serokê wî welatî Beşar Esed bicive.

Sernivîserê rojnameye El Siyse ya Kuwêtî Ehmed Carula li ser rûpela xwe ya taybet a Tiwîterê ragehand ku, Serokê Mauritanie Mihemed Weled Ebdulezîz di 10 meha bê de serdana Şamê dike.

Herwiha wî nivîskarî da zanîn ku, Serokê Mauritanie Mihemed Weled Ebdulezîz dê li gel serokê wî welatî Beşar  Esed bicive û pêwendiyên herdu welatan gotûbêj bike.

Sernivîserê rojnameye El Siyse ya Kuwêtê Ehmed Carula tekez kir ku, Beşar Esed beşdariyê di lutkeya welatên ereb li Tûnisê dike ku biryara meha Adarê were lidarxistin.

Başa dön tuşu