ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Ohedî: Îran bi awayekî cidî bi dû mafên malbatên şehîdên karesata Minayê ye

Seîd Ohedî serokê Sazîya Hec û Zîyaretê ya Îranê îro li merasima bibîranîna şehîdên gîlanî yên karesata Minayê li bajarê Reştê li bakûra Îranê herviha got: Komara Islamî ya Îranê yê bi şêwazên qanûnî û hiqûqî daxwazî û mafên malbatên şehîdên karesata Minayê heta bidestxistina encamê bişopîne.

Seîd Ohedî karesata Minayê hasila bêtivdîrî û nehêjabûna berpirsên siûdî li warê birêvebirina karên hecê zanî û got ku ev karesata tu wexta ji bîra gelê Îranê naçe.

Ohedî bibîr xist ku fikra xalifî ya wehabî ku ser rêka veguhestina cenazên şehîdên îranî yên karesata Minayê astengî derxist, piştî gotin û banga agirîn a rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî dewsa xwe da rûnişt û rê jibo veguhestina cenazên hecîyên îranî xweş kir.

Serokê Sazîya Hec û Zîyaretê ya Îranê pêkutî kir ku xizmeta bo malbatên şehîdan û şopandina mafên têkildarî karesata Minayê û serketina di vî warî sîleyeke qahîm e ku yê li sûmetê Erebistanê û berpirsên wê bê lêxistin.

Zêde ji 7 hezar zîyarekit ji wan 464 zîyaretkirên îranî roja eyda Qurbanê ya sala buhurî ango 24`ê Îlonê li Minayê ji ber bêtivdîrîya berpirsên siûdî da di bin dest  ûpîyan da man û canê xwe ji dest dan.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu