LubnanNûçeRojhilatanavin

Hizbullaha Lubnanê: Azadiya Filistînê, dê azadkirina hemî navçeyê be

Alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê teqez kir: Azadkirina Filistînê azadkirina hemî anvçeyê ye, ti riyek xêncî berxwedanê tine û misilman divê li hember Rejîma Siyonîstî piştgiriya Filistînê bikin.

 Şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê roja çarşemiyê li duwem civîna  navneteweyî ya  Yekitiya cîhanî ya alimên  berxwedanê li Bêyrûtê got: Kok û binyata  Îsraîlê li gor  destdirêjî û bi palpiştiya  navneteweyî ye.

Şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Îsraîl  ser bingeha  kuştin, dagirkerî û şêr hatiye damezrandin û tesbîta dagirkiran  li Filistînê  dê bi wateya  tesbîtkirin pêlanên  parvekirina  navçeyê û pêkanîna  bêtifaqiyê têde be.

Alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê teqez kir: Gefxwarin jixwe curek lixwemukirhatina mêhwera hemberî berxwedanê bo işkestê ye û ev gef tenê dê bibin sedema  mayîndebûna zêdetir  a berxwedanê.

Şêx Neîm QAsim her wiha got: Berxwedanê karî ku tekfîrî û plana Îsraîlê li Sûriye û Iraqê bêencam bike û projeya Îsraîlê li Sûriye û Iraqê gihêştiye astengiyê.

Şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê teqez kir: Îsraîl baş dizane ku  ger birayra cengê bide dê bereyên  navxweyî û teşkîlatên wê bikevin  ber mûşekên  berxwedanê ger çi Îsraîl dixweze şr destpê bike lê nikare encam an  dawiya vî şerî kivş bike.

Duwem  civîna  cîhanî ya  Yekitiya Alimên  Berxwedanê li Lubnanê, hevgavê sedemîn  salvegera  daxûyaniya  kirêt a Balforê bi peyama hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî siba roja çarşemiyê li Beyrûtê karê xwe destpê kir û ev civîna  dê heya sibê pênşemiyê bidome (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu