CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkutîya wezareta karên derve ya Îranê ser dewama bernama mûşekî

Wezareta karên derve ya Îranê li daxûyaniyekê ragihand; Pilana mûşekî ya Îranê bi hêz û qawet dê bê domandin.

Wezareta karên derve ya Îranê li daxûyaniya xwe ya îro pêncşemê wek berteka li hemberî dewleta Amerîkayê ku navê hinek ji îraniyan û kompaniyên din ên Îranê ji ber xebatên mûşekî xistiye nav lîsteya boykotan, ev boykotên yekalî û neqanûnî mehkûm kirin û ragihand ku siyasetên wiha yên Amerîkayê dijî qayde û qirarên navnetewî ne.

Wezareta karên derve ya Îranê bilî tekezkirina ser heqê qanûnî û rewa yê Îranê ji bo berfirehkirin û pêşxistina teknolojiya xwe ya berevaniyê, ragihand; Komara îslamî ya Îranê bona parastina ji axa xwe, serxwebûna siyasî û parastina hakimiyeta xwe dê dewamê bide xebatên xwe yên mûşekî ku qet dijî rêketinên navnetewî û biryarnama 2231`yê nînin û bi hêz û qawet dê vê pilanê bidomîne.

Wezareta karên derve ya Îranê herwisa di bersiva kiryara nû ya neqanûnî ya Amerîkayê da , navê 9 kes û kompaniyên amerîkî ku mafê mirov binpê kirine û hema rasterast an nerasterast şirîkê cinayetên Rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê ne, yan ji terorîstên tekfîrî ku dijî xelkê navçê û Îranê kar dikin, xiste nav lîsteya boykotên Îranê.

Donald Trump serokkomarê Amerîkayê duh çarşemê bilî ku hinek ji boykotên dijî Îranê li gorî rêketina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê taloq kirin, bi heceta pilana mûşekî ya Îranê 7 kes û kompaniyên îranî û derveyî, xistine nav lîsteya boykotên mûşekî ya xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu