IraqNûçeRojhilatanavin

Opêrasiyona azadkirina Felûceya Iraqê ji bin kontrola DAIŞ`ê bi dawî hat

Fermandarê opêrasiyona Felûcê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê ragihand ku ev bajar bitûm ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê hatiye derxistin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, fermandarê opêrasiyona azadkirina Felûcê, Evdilwehab Sayidî roja yekşemiyê, 26`ê Hezîrana 2016`an, ragihand ku bajarê Felûcê bi tamî hat rizgarkirin û opêrasiyona azadkirina vî bajarî piştî mehekê pevçûna ligel çeteyên DAIŞ`ê bi dawî hat.

Evdilwehab Sayidî her wiha got: Hêzên ewlehiyê û hêzên gelanî yên Iraqê bajarê Felûcê bi tamî ji çeteyên DAIŞ`ê paqij kirin.

Fermandarê opêrasiyona azadkirina bajarê Felûcê destnîşan kir: Li opêrasiyona azadkirna Felûcê zêdetir ji 1300 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û hejmareke zêde ji wan jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu