ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Girtina pêşiya parçebûnê, sênaryoya herî giring li pêşeroja qeyrana Sûriyê ye

Alîkarê wezîrê karên derev yê Îranê li beşa erebî û Afrîqayê, girtina pêşiya parçebûna Sûriyê sênaryoya herî giring li pêşeroja qeyrana vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Huseyn Emîrevdulahiyan, alîkarê wezîrê karên derev yê Îranê li karên erebî û Afrîqayê, roja çarşemiyê li civîna taybet a“Hilkolandina alûgurên Sûriyê û sênaryoyên pêşberî wê` li zankoya maf û zanistên siyasî ya zanîngeha Elame Tebatebayî li Têhranê got ku yekitiya neteweyî, parastina yekperçetiya axa Sûriyê û pêngavên pêwîst bona girtina pêşiya parçebûna vî welatî, sênaryoya herî giring li pêşeroja alûgurên Sûriyê ye.

Huseyn Emîrevdilahiyan, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser rola giring a Komara Îslamî ya Îranê li koma navneteweyî ya piştgiriya ji Sûriyê ku 18 welatan digire ber xwe û got: Îran, Rûsiye, Çîn, Libnan, Misr, Cezayir û hin welatên din ser vê bawerê en ku pêşeroja siyasî nabe ku li New York an Viyenê were kivşkirin belkî eva gelê Sûriyê ye ku divê ji bo welatê xwe biryarê bide. Huseyn Emîrevdilahiyan destnîşan kir: Welatên mîna Amerîka, Erebistan, Fransa û Inglîz li pêvajoya siyasî ya Sûriyê ser çûyîna Beşar Esed, serokomarê vî welatî pêgiriyê dikin û ewna bi têgihêştina rastiyan dizanin ku ger Beşar Esed here, dê DAIŞ bibe yekim cîgira wî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu