CîhanEwropaNûçe

Koreya Bakur dîsa ceribandina moşeka balîstîk pêk anî

Rayedarên leşkerî yê Koreya Başûr ragihandin ku li nêzî bajarê Sînpoyê ceribandina moşeka balîstîk ku ev demekê li bende bûn Koreya Bakur biceribîne, ceriband. Rayedarên Amerîkayê jî eşkere kirin ku piştî pekandina moşekê di demek kin de teqiya ye.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Pasîfîk a Amerîkayê moşeka balîstîk hema hema di dema pekandinê de teqiya ye. Daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku bo hînbûna cureya moşekê lêkolîn dewam dikin û bo ewlehiya hevkarên me yên Japonya û Koreya Başûr di têkiliyên nêz de ne.

Pıştî ceribandina moşekê ya Koreya Bakur, serokê welêt lideri Kim Il-sung di çerçoveya pîrozbahiyên ‘Roja Tavê’ 105mîn salveger hat pîrozkirin, rê û resm ku moşekên menzîl dirêj jî cih girtibûn li dar xistibû.

Koreya Bakur beriya niha jî eşkere kiribû ku ceribanên nû pêk bînin. Di çerçoveya zêdebûna rageşiya li herêmê Amerîka keştiyekê şer jî di nav de fîloyekê şandibû ava Koreyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu