NûçeRojhilatanavinYemen

Operasiyona hêzên yemenî dijî pêgehên kirêgirtiyên Seûdî li El-Hedîdê û Nêhumê

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li êrîşa ser pêgeha kirêgirtiyên Seûdî li El-Hudeyîdê û Nêhumê , bi dehan terorîst kuştin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li êrişa ser pêgeha kirêgirtiyên Seûdî li bajarê Hîsê li parêzgeha El-Hudeyîdê li rojavaya Yemenê û çiyayên El-TebabulSûdê li bajarê Nêhumê li parêzgeha Senayê, bi dehan terorîst kuştin.

Li gorî nûçeyekî din ji Yemenê, ji ber êrişa firokeyên hevalbendiya destdirêjkerên Seûdî ser navça Benî Hesen Ustanê li parêzgeha Hucê 2 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve, li halê ku dewleta rizgariya Netewî ya Yemenê ser bi Ensarullah ragihandiye amade ye hevkariya çavdêrên Rêxistiya Netewên Yekgirtî bike, dewleta dest ji kar berdayî ya vî welatî ragihandiye tev van çavdêran li ser lêkolînên li ser cinayetên şêr hevkariyê nake.

Konseya Heq û mafê mirovan ser bi Rêxistiya Netewên Yekgirtî roja îniyê memûriyeta çavdêrên NY li Yemenê ku li ser cinayetên şêr lêkolînê dikin, tevî hebûna neyariya Erebistanê û hevalbendiyên Riyazê dirêj kir.

Destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê ji Adara 2015an ve bûye sedema kuştin û awareûna  bi milyonan yemeniyan û xopana  binavahiyên  vî welatî.

Destdirêjiya Erebistanê her wiha  Yemen rastî kêmasiya  xwarek û dermanna kiriye û gelek nexweşiyên  curbicur  bi taybet Kolerayê rewac daye.

Başa dön tuşu