NûçeRojhilatanavinSûriye

Operasyona artêşa Sûriyê ber bi Ebûzihûr ji mêhwerên sê parêzgehan didome

Artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê ji mêîhwerên sê parêzgehên Idlib, Hemah û Helebê li halê pêşdebirina operasyonê, jibo gihêştina bo balefirgeha eskerî ya Ebûzihûrê ne.

Li gorî rapora Fars News`ê, amadetiya bereya El-Nusre û endamên  hevpeymanê wê li bakurê rojava Sûriyê pêşiya pêşdeçûna stratejîk a artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê li Rîfên sê parêzgehên  Idlib û Hema û Helebê  negirtiye.

Çavkaniyeke nûçan  ji rojnama  El-Wetena  Sûriyê re got ku hêzên Bereya Berxwedanê ji bajaroka  Tel Zemanê  li Rîfa başûrê Helebê, mêhwereka operasyonê ya  ber bi balefirgeha eskerî ya Ebzihûrê destpê kirine.

Artêşa Sûriyê du rojan  piştî azadkirina  Tel Zemanê û dabînkirina ewlehiya  gundên ku  li rojhilata  riya ber bi Xenaserê operasyone ber bi bilibdahiyên  stratejîk a Tel Şehîdê destpê kiriye.

Tel Şehîd 12 km an  ji balefirgeha  Ebûzhûrê dûr e.

Artêşa Sûriyê pêşdeçûna  xwe ji  aliyê van bilindahiyan  domand û şeva buhurî karî ku kontrola beşa  rojhilat û başûrê bajaroka  Ewînatê bigire destê xwe.

Li gorî ragihandina vê çavkaniyê, artêşa Sûriyê  ji aliyê bakur dê operasyona  xwe ber bi Ebûzihûrê bidomîne û ger pêşdeçûna wê were domandin, ev balefirgeha ji aliyê bakur û başrê rojava  dê were dorpêçkirin.

Hêzên berxwedanê li Rîfa bakurê rojhilata  parêzgeha Hemahê jî karîn  ku kontrola gundê  Tefahe û bilindahiyên  ser bi gundên  El-Sekriyê, Ebû Kehf û Enîq Bacirê bigrin destê xwe.

Başa dön tuşu