IraqNûçeRojhilatanavin

Opêrasyona berfire ya Heşdi Şeibî jibo pêkanîna ewlehîyê li Amirlîyê

Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî ragihandin ku opêrasyoneke berfire jibo dabînkirina ewlehîyê li bajarekî tirkmenişîn li bakura Iraqê cih anîne.

Rêxistina Heşdi Şeibîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku bi dû pirsgirêkên ku bûn sedema bêewlehîtîyê li bajarê Amirlî li rojhilata parêzgeha Selahedînê, hêzên ewlehîyê yên vê sazîyê opêrasyoneke berfire jibo dabînkirina ewelhîyê li vî şarê Tirkmennişîn û derdora wî cih anîne.

Di daxûyanîya Heşdi Şeibîyê da hatîye: Hêzên Taybet ên Heşdi Şeibîyê di halekî da ligorî fermana fermandetîya vê sazîyê û hevdengîya digel fermandetîya opêrasyona hevpar a Artêşa Iraqê ber bi Amirlîyê va bi rê ketin ku rewşa ewlehîyê li vî şarî bi hegera derketina hin bandên çekdar li ber alozbûnê bû.

Heşdi Şeibî di daxûyanîya xwe da tevî ku ragihand ew opêrasyona 14 rojan berdewam bûye û di encamê de 12 kes hatine girtinê û wan dest danîne ser hejmareke zêde ya çek û rextan, pêgirî kir ku Amirlî piştî serdestîya hêzên Heşdi Şeibî niha di nav aramî û ewlehîyê da ye û di pêşerojeke nêzîk da jî ewlehîya vî şarî dê bispêrin hêzên ewlehîyê yên li wir.

Başa dön tuşu