NûçeRojhilatanavinSûriye

Operasyona hêlîbornê ya hêzên amerîkî li Hesekeya Sûrîyê

Çavkanîyên sûrî ragihand ku Amerîkayê li Hesekeyê hejmareke hêzên xwe bi helîkopterê veguhestin û 4 welatîyên sûrî jî revandin.

Li gorî ragihandina çavkanîyên xwecî, helîkoptereke hêzên amerîkî yên dagirker nizimî banê malekê li nêzîkî devera Bîrûnî li şarê Şedadîyê li derdora başûrê Hesekeyê bû û wan hêzana 4 kes revandin.

Hêzên amerîkî yên dagirker car bo carê pirranî jî digel HSD’yê êrişî malên welatîyan ên li deverên dagirbûyî yên derdora Reqqa, Dêrezor û Hesekeyê dikin û dibin sedema tirsandina wan.

Dewleta Sûrîyê bi caran pêgirî kirîye ku ew çekdar û hêzên amerîkî tenê ji bo talankirina niftê, astengîderxistina ser rêya dabînkirina ewlehî û istiqrarê li rojhilat û bakur-rojhilatê Sûrîyê mane û mayîna wan li wir neqanûnî ye.

Başa dön tuşu