Hêzên Heşd Şebî yên IrAqê, operasyona nû li rojhilata parêzgeha Kerkûkê bona paqijkirina tam a vê nAvçê ji lepên endamên koma terorîstî ya DAIŞê destpê kirin.
Basem El-Temîmî endamê raghandia berxwedanê li Iraqê roja Înê li gotûbêja bi kanala El-Koserê re got: leşkirê 22`an a hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li operasyonekê li dijî endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li rojhilata parêzgeha Kerkûkê, çend terorîst kuştin.
El-Temîmî bal kişand ser dema operasyona li dijî terorîstî ya hêzên iraqî heya damezrandina tama ewlehiyê li parzêgeha Kerkûkê û got: Ev operasyona bona paqijkirin û her wiha girtina hin endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li gundên Mame û Melehê û her wiha El-Zabê destpê bûye.
Li gorî gotina endamê raghandina berxwedanê li Iraqê, ev operasyon piştî wê destpê bû ku lêzanînên bi desthatî nîşan didin ku hejmarek ji endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê ber bi rojhilata parêzgeha Kerkûkê ve revîne.